Ji Çînê ji bo 6 welatên Ewropayê mûafiyeta vîzeyê

08 March 2024 20:01 0 dîtin
Ji Çînê ji bo 6 welatên Ewropayê mûafiyeta vîzeyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Çîn amadekariyê dike ji bo 6 welatên Yekîtiya Ewropayê muafîyeta vîzeya yekalî bide.

Li gorî daxuyaniya Beşa Karûbarên Konsulxaneyan a Wezareta Derve ya Çînê, wê hemwelatiyên 6 welatên Ewropayê ji 14ê Adarê pê de heta 30yê Mijdarê ji bo 15 rojan bikarin bê vîze serdana Çînê bikin.

Hate diyarkirin ku dê welatiyên Swîsre, Îrlanda, Macaristan, Avusturya, Belçîka û Lüksemburgê ji geştên bê vîze yên 15 rojan sûdê bistînin û tenê ew vîze bo serdanên kar, geştiyarî û malbatî were bikarîn.

Hêjayî gotinê ye, rêveberiya Pekînê di demên dawî de hewl dide rêya mûafîyeta vîzeyê serdanên bo Çînê zêde bike.