Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê serdana çend welatên Ewropayê dike
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, îro ji bo 5 rojan serdana Ewropayê dike û wê bi Wezîrên Karên Derve yên Belçîka, Polanda, Moldova, Lativya, Litwanya û Estonyayê re, pêşhateyên dawî yên şerê Ukraynayê gotûbêj bikin.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê da zanîn, Antony Blinken di serdana xwe de ligel hevbeş û hevpeymanên xwe yên Ewropî, bi awayekî berfireh pêşhateyên dawî yên şerê Ukraynayê gotûbêj dike.
Li gor zanyariyan, di destpêkê de Blinken li Brukselê beşdarî civîna wezîrên karên derve yên NATOyê dibe, ligel hevtayên xwe yên Ewropî dicive û pişt re civînên zêdetir dike da ku derbarê bersivdana êrîşa Rûsyayê de gotûbêjan bikin.
Herwiha ferzkirina cezayên giran li ser Rûsyayê, yek ji mijarên civînên Blinken dibe.
Di berdewamiyê de, wê Blinken li Polandayê bi berpirsên bilind ên welat re bicive ku deriyê xwe li ber koçber û penaberên Ukraynî vekiriye û li gor Neteweyên Yekbûyî, heta niha 1 milyon Ukraynî çûne wî welatê cîran.
Herî dawî serdana Blinken 8ê Adarê bi Estonyayê bi dawî dibe, li wê derê mijarên wek piştgirîkirina Ukrayna, bihêzkirina hêza bersivdanê ya NATO, berevaniya wê rêxistinê û mafên mirova tên gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin