Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê serdana Rojhilata Navîn dike
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di çend rojên bê de serdana Rojhilata Navîn dike.
Serdana Antony Blinken, piştî agirbesta Îsraîlê hat ragihandin.
Antony Blinken, li ser hesabê xwe yê Twitterê daye zanîn: “Di çend rojên bê de, ez ê serdana Rojhilata Navîn bikim.”
Herwiha destnîşan kiriye: “Ez ê ligel Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê û rayedarên din ên Îsraîlî û Filistînî û welatên herêmî bicivim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin