Îsraîl di 2024an de li sûna hemû karkerên Filîstînî yên çend welatên din tîne
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Îsraîlê plan dike, li şûna hemû karkerên li welatê wan di karên cuda de dixebitin vegerîne û li şûna wan jî ji çend welatên din karkeran peyda bike.
Li gorî nûçeya medya Îsraîlê, wê li şûna karkerên ji Xeta Şerîayê hatine xebatê, welatiyên Sri Lanka, Çîn, Hindistan, Tayland û Moldovayê bên xebitandin.
Rojnameya Times of Israel diyar kiriye, hikûmeta Îsraîlê plan dike ku di nav sala 2024an de, vê planê bicih bîne û hemû karkerên filîstînî bişîne û li şûna wan jî karkerên ji welatên din dabîn bike.
Hate diyarkirin ku Wezareta Darayî ya Îsraîlê plana nû pejirandiye û dê piştî du hefteyan di kabîneya aboriyê de mijar were gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin