Îran dibêje ku ji bo ku bersiva Îsraîlê bide, ew dê hemû vebijarkan bi kar bîne

28 October 2024 16:09 0 dîtin
Îran dibêje ku ji bo ku bersiva Îsraîlê bide, ew dê hemû vebijarkan bi kar bîne

PeyamaKurd –  Li gorî Ajansa Reutersê radigihîne; Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Baqeyî îro (28ê cotmeha 2024an) gotiye ku ew ê ji bo bersîvdana êrîşên dawî yên Îsraîlê hemû vebijarkan bi kar bînin ku şeva 26ê cotmeha 2024an gelek navendên leşkerî yên Îranê kiribûn armanc.

Baqeyî, bêyî ku tu hûrgiliyan bide, di preskonfransa heftane ya televîzyonî de gotiye, “Îran ji bo bersiveke zelal û bibandor ya dijî Rejîma Siyonîst bide wê hemû vebijarkên berdest bi kar bîne.”

Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî jî roja yekşemê gotibû ku divê karbidestên îranî diyar bikin ku ew ê çawa hêza Îranê  bi awayê herî baş nîşanî Îsraîlî bidin.

Xameneyî gotibû ku “Divê êrîşên Îsraîlê ne piçûk bên dîtin, ne jî werin pirolekirin.”

Hikûmeta Îranê di daxuyanîyên pêşîn de gotibû ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê zêde ne girîng bûn û bûbûn sedema xisarine hindik.

Her wiha Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ji ber xurtbûna îhtîmala şerekî herêmî yê piştî êrîşên Îsraîlê, banga rawestandina tundiyê kiribû.