Karbidestê CIAyê ku bi eskerekirina planên Îsraîlê yên ji bo Îranê tê sûcdarkirin, sûcdarî qebûl kir
PeyamaKurd – Karbidestekî hukûmetê ku li Dewletên Yekbûyî wekî analîstê Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) dixebite, sûcê xwe yê li ser eşkerekirina planên Îsraîlê yên tolhildana li dijî Îranê qebûl kir.
Asif Rahmanê 34 salî ku bi eşkerekirina planên tolhildanê yên Îsraîlê li dijî Îranê tê tohmetbarkirin, îro li dadgeha federal a Virginia derket pêşberî dadger.
Rahman ku di destpêkê de du sûcên cuda yên derxistina agahiyên parastina neteweyî li dijî xwe red kir, di rûniştina dozê de biryara xwe guhert û got ku ew sûc qebûl kiriye.
Rahman mikur hat ku wî du belgeyên nepenî yên li ser planên êrişa tolhildanê ya Îsraîlê bi dest xisitine, ew çap kirine û birine mala xwe, paşê versîyonên dîjîtal ên belgeyan ji gelek kesên ku wî dizanibû ku mafê wergirtina wan tune ye şandin. Dadwera Herêmî ya Amerîkî Patricia Tolliver Giles ku çavdêriya dozê dike, biryar da ku 15ê Gulanê were ceza kirin.
Ji bo Rahman ji ber sûcên qanûna sîxuriyê heta 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, lê hevkariya wî ya bi dozgeran re dibe sedema kêmkirina cezayê.
Welatiyê Amerîkayê Rahman ku ji sala 2016an ve di CIAyê de dixebite, di 13ê Mijdarê de li Kamboçyayê hat desteserkirin û anîn Giravên Guamê û ji wir jî anîn Virginia.
Piştî ku agahî di kanaleke serîlêdana Telegramê de hatin parvekirin, agahiyên veşartî yên Rahman eşkere bûn û ev agahî nîşan didin ku Îsraîl amadekariyên leşkerî dike ji bo bersivdana êrîşên moşekî yên Îranê yên di 1ê Cotmeha 2024an de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin