NY bang li welatan kir: Penaberên Sûrîyê ji Tirkiyeyê werbigirin!
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li welatan kir ku penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê ji erdhejê ziyan dîtine werbigirin.
NY ev bangewazî piştî ku 89 penaberên Sûrî yên mexdûrên erdhejên Mereşê, ji Tirkiyê gihîştin paytexta Spanya, Madrîdê kir.
Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê ji nav 45 hezar 468 mirinên ji felaketa erdhejê, 4 hezar û 267 kes ji wan penaberên Sûrî ne.
Rêxistina Koçê ya Navdewletî û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku gelek penaberên ji bo ewlehî û parastina xwe reviyane Tirkiyeyê, niha careke din mal û debara xwe ji dest dane û bi koçberiyê re rû bi rû bûne.
Serokê UNHCR Filippo Grandi got: “Ji bo alîkarîkirina parastina van penaberên mexdûr û ji bo rakirina barê li ser welatê ku bi xwe ji vê felaketa mirovahî bandor bûye, UNHCR bang li dewletan dike ku lezê bidin pêvajoya pêşwazîkirina li penaberan û bicihkirina wan.”
Grandi da zanîn, ev gav dê nîşandana hevgirtinê û parvekirina berpirsyariyan be, di dawiyê de jî dê çareseriyên bilez ji penaberên ku di encama erdhejan de ziyan dîtine re, peyda bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin