Encûmena Nistimanî ya Suriyeyê, bang li PKK û Tirkiyeyê kir

09 October 2023 00:30 0 dîtin
Encûmena Nistimanî ya Suriyeyê, bang li PKK û Tirkiyeyê kir

PeyamaKurd- Encûmena Niştimanî ya Kurd a li Suriyeyê, êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û daxwaz kir ku ew êrîş bên rawestandin.

Navenda Giştî ya Meclisa Neteweyî ya Kurd a Suriyeyê, daxuyaniyek da û hat diyarkirin ku di 5ê cotmehê de Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) li dijî herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê êrîşeke bombeyî li dar xistiye û hat ragihandin ku nêzî  10 kes birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku di encama bombebaranê de binesaziya herêmê û santrala elektrîkê zirar dîtiye û welatî ji rewşê bi fikar in.

Di daxuyaniyê de ji Tirkiyeyê hat xwestin ku êrîşên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê rawestîne û ji PKKê jî hat xwestin ku ji bo dabînkirina ewlehiyê, destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên herêmê de neke.

Her wiha bang li civaka navdewletî hat kirin ku çareseriyeke siyasî ji aloziya Suriyeyê re bibînin û di çarçoveya biryara Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî (NY) de gavên lezgîn bihavêjin.