Ermenîstanê bang li Tirkiyeyê kir!

22 July 2023 14:35 0 dîtin
Ermenîstanê bang li Tirkiyeyê kir!

PeyamaKurd Ararat Mîrzoyan xwest ku hevdîtinên li ser pêvajoya asayîbûnê ya di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de dewam bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan piştî Civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê ku roja Sêşemê li Brukselê pêk hat nirxandin.

Ararat Mîrzoyan xwest ku hevdîtinên li ser pêvajoya asayîbûnê ya di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de dewam bikin.

Mîrzoyan li hember pêşniyara Wezîrê Derve yê Awûstûryayê Aleksander Schallenberg gotibû, di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de hevdîtinên li Viyanayê pêk tên.

"Ez careke din spasiya hevkarê xwe yê rêzdar dikim ku Viyana ji bo pêvajoya normalîzasyona Tirkiye-Ermenîstanê wekî cîhek pêşniyar kir. Li gorî min firsenda nûnerên me li vir li Viyanayê çend caran çêbûn û li ser mijara asayîbûnê gotûbêj kirin û hêvî dikim ku ew ê berdewam bin."

Mîrzoyan destnîşan kir, ji ber xebatên hilbijartinê û hilbijartinên li Tirkiyeyê di pêvajoya asayîbûnê ya di navbera her du welatan de "rawestin" dijîn.