Almanyayê, nerazîbûnên wan welatan a vîzeyê rawestandin

14 June 2023 14:30 0 dîtin
Almanyayê, nerazîbûnên wan welatan a vîzeyê rawestandin

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihand ku li Tirkiye, Çîn û Fasê nirxandina nerazîbûnên redkirina vîzeyê, hatiye rawestandin.

Di daxuyaniya wezaretê ya di 7ê Hezîranê de hat dayîn de hat destnîşankirin ku ev sepan ji bo ceribandinê ye û dê 6 mehan berdewam bike.

Serlêderên vîzeyê yên ji Tirkiyeyê derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bûn, ev demek bû gazincan dikirin ku di randevûyê de zehmetiyan dikişînin û rêjeya redkirinê zêde bûye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku 'Bi rakirina qedexeyên çûn û hatinê yên piştî şewbê re beşên vîzeyê ketine bin barekî gelek cidî yên serlêdanê' û ev yek jî bûye sedema dirêjkirina dema benda ji bo randevûya vîzeyê ya li hin cihan.

Rayedarên Almanyayê ragihand ku ji bo kurtkirina van demên bendewariyê li sê welatan dest bi projeyek pîlot kirine û wiha hat gotin:

"Pêvajoya îtirazê ya serîlêdanên vîzeyê yên ku li Çîn, Fas û Tirkiyeyê tên redkirin, ji bo ku kapasîteya zêde ya nirxandina serlêdanên vîzeyê çêbibe û li bendê kurt bibe, hat sekinandin.”

Hat destnîşankirin ku piştî 6 mehan dê encam bên nirxandin û "heger projeya pîlot serkeftî bê dîtin" dê beşên din ên vîzeyê jî bên nirxandin.

Hat destnîşankirin ku pêvajoya îtirazê "rêya lêgerîna mafan a bi dildarî ye" û ji ber vê jî ne pêvajoyeke ku bi zagonan hatiye diyarkirin e.