“Hin welatên NATOyê ji niha ve hêzên xwe sandine Ukraynayê”
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski di bernameya xwe ya ku ji bo 25emîn salvegera tevlîbûna welatê xwe bo hevpeymaniyê hat lidarxistin û li ser kanala YouTube Sejm RP hat weşandin de got ku hin welatên NATOyê ji mêj ve hêzên xwe şandine Ukraynayê.
Sikorskî destnîşan kir ku 'berevajî hinek siyasetmedaran' ew ê eşkere neke ka kîjan dewletan leşker şandine wir, îdia kir ku "leşkerên NATOyê jixwe li Ukraynayê ne."
Wezîrê Derve yê Polonyayê di daxuyaniya xwe ya rojek berê de got ku hebûna hêzên NATOyê li Ukraynayê "ne planek xeyalî ye."
Sikorski herwiha diyar kir ku ew însiyatîfa Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ya derbarê îhtîmala şandina leşkerên welatên rojavayî bo Ukraynayê bi xweşî dinirxîne.
Serokê Polonya Andrzej Duda jî got ku divê Polonya balafirgeheke mezin ji bo veguhestina leşkerên NATO ava bike.
Rojnameya Brîtanî Daily Express di nivîsa xwe de diyar kir ku Ewropa li ser şandina leşkeran bo Ukraynayê ji ber ku DYA alîkarî nedaye Kîevê nîqaş dike û di nûçeya xwe de cih da van gotinan:
"Bi rastî, pirsgirêk niha xirabtir e ji ber ku DYA vekişiyaye û dest ji alîkariyê berdaye. Ewropa niha bi dubendiyek tirsnak re rû bi rû ye. Ew ê yan li Ukraynayê temaşe bike ku cebilxane xilas dibe, an jî ew ê rasterast alîkariya Ukraynayê bike."
Ji aliyê din ve, Charles Kupchan, endamê Encûmena Pêwendiyên Derve ya Amerîka û şêwirmendê berê yê Ewropa yê Serokê berê yê Amerîka Barack Obama, ji rojnameya Berlîner Zeitung a Almanî re ragihand ku Hevpeymaniya Atlantîka Bakur wê biryarê nede ku hêzên xwe bişîne Ukraynayê ji ber metirsiya mezin a şerê leşkerî bi Rûsyayê re.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin