YE: Almanya sandina tankên Leopard asteng nake
PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ku piştî civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Josep Borrell diyar kir, eger welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê daxwaza şandina tankên Leopard ên Almanî ji bo Ukraynayê bike, Almanya wê rê li ber şandina tankên Leopard ên Almanyayê negire.
Borrell di daxuyaniya xwe de da zanîn, Rûsya êrîşên xwe yên hovane û sîstematîk didomîne û bajar û sivîlên li Ûkraynayê dike hedef û zerarê dide binesaziya sivîlan û wiha got: "Em ê piştgiriya Ukraynayê bidomînin. Divê Ukrayna di vî şerî de bi ser bikeve."
Borrell li ser pirsa rojnamevanekî ya derbarê nîqaşên di navbera wezîran de derbarê şandina tankên giran bo Ukraynayê de wiha got:
"Îro gelek nêrîn hatin gotin. Tevî ku tankên giran girîng in, ez dixwazim vê rastiyê ronî bikim ku divê hûn li ser rêjeya sozên konferansa Ramstein jî binerin ku armanca wan zêdekirina piştgiriya leşkerî ji Ukraynayê re ye."
"Almanya rê li ber şandina tankan nagire"
Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê eşkere kir, "Eger hin welatên endamên Yekîtiya Ewropayê yên ku ev tank li cem wan hene bixwazin bişînin Ukraynayê, Almanya rê li ber vê yekê nagire."
Borrell bal kişand ser daxuyaniya Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku gotibû, "Eger Polonya bixwaze tankên Leopard ên Alman bişîne Ûkraynayê, li dijî vê yekê dernakeve" û got, "Ji ber vê yekê Almanya rê li ber sewqiyata tankên Leopard nagire."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin