Rusya: Mafê me yê bikaranîna çeka nukleerî heye

27 September 2022 15:00 0 dîtin
Rusya: Mafê me yê bikaranîna çeka nukleerî heye

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Rusyayê ve li ser hegera bikaranîna çeka nukleerî ya Rusyayê, daxuyaniyeke nû hat dayîn û hat ragihandin ku dema hewcedarî çêbibe, mafê wan ê bikaranîna çeka nukleerî heye.

Alîkarê Serokê Civata Ewlehiya Rusyayê Dmitri Medvedev ku berê Serokê Dewleta Rusyayê bû, li ser bikaranîna çeka nukleerî ya Rusyayê, ya di pêvajoya şerê li dijî Ukraynayê de daxuyaniyek da.

Medvedev di daxuyaniya xwe de da zanîn ku peyama wan ên bikaranîna çeka nukleerî, ne peyameke xapînokî ye ango peyameke ji dil e. Dmitri Medvedev, di dewama daxuyaniya xwe de got,

“Çeka nukleerî jî di nav de, çi çekên aîdê Rusyayê dibin bila bibin, ji bo berevaniya axên ku aîdê Rusyayê ne, dikarin bên bikaranîn. Dema hewcedarî çêbibe, mafê me heye em çeka nukleerî bi kar bînin. Em ji bo xapînokiyê wiha nabêjin.”

Şerê navbera Rusya û Ukraynayê, ji 24ê Sibatê ve dewam dike û ji bilî Ukraynayê, raya giştî ya cîhanê li hember xetereya ku dibe Rusya çeka nukleerî bi kar bîne, di nav fikaran de ye û ev fikar jî bi rêya daxuyaniyên rayedarên welatan dem bi dem tên ragihandin.