Brîtanyayê, li ser çeka nukleerî gef li Rusyayê xwar
PeyamaKurd- Ji ber ku şerê navbera Rusya û Ukraynayê ji 24ê Sibatê ve dewam dike û dem bi dem ji aliyê rayedarên Rusyayê ve gefa bikaranîna çeka nukleerî tê xwarin, ji aliyê rayedarên Brîtanyayê ve gef li Rusyayê hat xwarin. Bi rêya daxuyaniyê hat gotin ku dê berdêlên wê giran bin.
Li ser mijara hegera bikaranîna çeka nukleerî ya Rusyayê, ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverly ve nirxandinek hat kirin û di nav vê nirxandinê de gef li Rusyayê hat xwarin.
James Cleverly bal kişand ser vê hegera bikaranîna çeka nukleerî û got,
“Tu welatekî, di derbarê bikaranîna çeka nukleerî de naaxive, gef li Rusyayê yan jî li Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin naxwe. Di hegera bikaranîna çeka nukleerî ya welatekî de dê xwezaya pevçûnê biguhere û ev jî dê ji bo Rusyayê bibe sedema encamên cidî.”
Digel ku şerê li dijî Ukraynayê dewam dike, ji aliyê rayedarên Rusyayê ve li ser bikaranîna çeka nukleerî tiştek nehatibû gotin lê belê hatibû îdiakirin ku dê hêzên Ukraynayê, li ser axên xwe li dijî hêzên Rus bombeya qirêj bi kar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin