Koreya Basûr, cara yekemîn gefa çeka nukleerî xwar
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Koreya Başûr hatin ragihandin, di dema zêdebûna rageşiya li Nîvgirava Koreyê de, ji aliyê rayedarên Koreya Başûr ve daxuyaniyek hat dayîn. Li gorî daxuyaniyê, cara yekemîn e ku Koreya Başûr, gefa bikaranîna çeka nukleerî ya li dijî Koreya Bakur bi kar hanî.
Hat ragihandin ku Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol, di derbarê hevdîtina bi rayedarên derve û berevaniyê yên Koreya Başûr re daxuyanî da û hat zanîn ku Yoon, cara yekemîn got ku ‘Koreya Başûr dikare çekên nukleerî bi dest bixe.’
Li ser mijara navborî, Yoon diyar kir ku teknolojiya pêşketî ya Koreya Başûr, dikare di çêkirina çekên nukleerî de were bikaranîn û got,
"Heger gefa nukleerî ya Koreya Bakur zêde bibe, em dikarin çekên xwe yên nukleerî bi dest bixin. Rewşeke wiha dê bi dirêjî berdewam nebe.”
Koreya Bakur, di sala 2022yan de li herêmê 37 ceribandinên moşekî pêk hanîbûn û ev yek jî ji aliyê rayedarên Koreya Başûr ve rastî nerazîbûnan dihat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin