Kim Jong Un gefa jiholêrakirinê li Koreya Basûr xwar
PeyamaKurd - Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un diyar kir ku ew ne alîgirê diyaloga bi Koreya Başûr re ye û ji bo Koreya Başûr gefên tûnd xwar û got: "Eger me provoke bikin em ê dijminê xwe ji holê rakin."
Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) ragihand ku Kim di serdana xwe ya Wezareta Parastinê ya Koreya Bakur de, di derbarê pêwendiyên welatê xwe yên bi Koreya Başûr re axivîye.
Kim diyar kiriye ku meşandina diyalogê û pêwendiyên dîplomatîk ên bi rêveberiya Seulê re bêwate ye û gotiye ku "Em ji diyalog û hevkariya nerealîst a bi pêlîstokbûyên Koreya Başûr ên ku hilweşîna welatê me dixwazin xilas bû."
Kim gefa tunekirina li Koreya Başûr xwariye û gotiye: "Eger em provoke bikin, di vê rewşê de, her dem rewa û mafê me heye ku em êrişî dijminê xwe bikin û ew tune bikin da ku serxwebûna xwe biparêzin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin