Koreya Basûr: Kim Jong-un soza xwe pistrast kir
PeyamaKurd - Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in diyar kir ku Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un pabendî biryara hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û "bi temamî jinavbirina nukleerê li Nîvegirava Koreyê" ye.
Moonê ku duh li Panmunjomê bi Kim re civiya îro daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku Kim di hevdîtinê de soza xwe ya jinavbirina nukleerê piştrast kir.
Moon bal kişand ku hevdîtin li ser daxwaza lîderê Koreya Bakur çêbû û herwiha diyar kir ku hewesa Kim heye ku zîrweyeke serkeftî ligel Amerîkayê were encamdan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kir ku mizakereyên ji bo zîrweya potansiyel a ligel lîderê Koreya Bakur baş dimeşin.
Trump di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran de diyar kir ku hê jî ew serê xwe bi zîrweya 12ê Hezîranê ya li Sîngapurê diêşînin û wiha got, "Niyetên saf û qenc hene. Tiştekî pir baş û mukemmel e ku Nîvegirava Koreyê ji nukleerê were paqijkirin."
Trump ji xeynî vê jî diyar kir ku hevdîtinên Moon û Kim bi başî dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin