NATO dê pistgiriya çekên giran bide Ukraynayê

16 January 2023 17:00 0 dîtin
NATO dê pistgiriya çekên giran bide Ukraynayê

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku ew ê welatên rojava çekên nû yên giran bişînin Ukraynayê.

Jens Stoltenberg, beriya civîna Koma Têkiliya Piştevaniya Ukraynayê ya koordîneya dayîna çekan a ji bo Kievê, li Baregeha Asîmanî ya Ramsteîn a Almanyayê ku vê hefteyê pêk bîne, ji rojnameya Handelsblatt a Almanyayê re daxuyaniyek da.

Stoltenberg di daxuyaniya xwe de got ku

“Peymanên vê dawiyê yên ji bo radestkirina çekên giran girîng in û ez hêvî dikim di demeke nêzîk de zêdetir bibin. Em di şer de di qonaxeke xeternak de ne. Ji ber vê yekê, girîng e ku em çekên ku ji bo serkeftinê hewce dike, bidin Ukraynayê.”

Stoltenberg diyar kir ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi êrîşa li ser Ukraynayê xeletiyek kir û got,

“Wî, hêza hêzên xwe yên çekdar şor kir. Em xeletiyên wan, bê moralbûna wan, pirsgirêkên wan ên serokatiyê û alavên wan ên bi kêmasî dibînin. Lê Rusan nîşan da ku ew amade ne ji bo gihandina armancên xwe berdêlên giran bidin.”