YEyê li dijî Îranê bi welatên Kendavê re peymana Hevkariya Stratejîk îmze kir

21 June 2022 16:09 0 dîtin
YEyê li dijî Îranê bi welatên Kendavê re peymana Hevkariya Stratejîk îmze kir

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku, wan bi Rêxistina Hevkariya Kendavê re peymana şirîkatiya stratejîk îmze kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Yekîtiya Ewropa Hevkariya Kendavê, wekî hevkariya bihêzkirî û berfirehtirkirî ya serekî ya berjewendiya hevpar dizane”.

Hat eşkerekirin ku peymana ligel welatên Kendavê yên Emman, Qeter, Erebistan, Behrên, Îmarat û Kuwêt ku endamên Hevkariya Kendavê ne, doh 20ê Hezîranê hatiye îmzekirin.

Di daxuyaniya Konseya  Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê de hatiye gotin, Îran çavkaniya neramîyê ye li deverê wiha pê de çûye:

“Hikûmeta Îranê piştevanîkirina rasterast û nerasterast ji komên siyasî û leşkerî yên girêdayî xwe û veguhestina moşek û çek û teqemeniyan ji bo birêveberên hikûmetî û nehikûmî di deverê de berdewam e”.