Serokwezîra Îtalyayê Meloni diçe Lubnanê

15 October 2024 20:39 0 dîtin
Serokwezîra Îtalyayê Meloni diçe Lubnanê

PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku ji bûyerên li Lubnanê endîşe dike û dê di hefta pêşiya me de here seredana Lubnanê. Meloni, li ser êrîşên artêşa Îsraîlê ku ciyê çavdêriyê yên Îtalyayê ku li Lubnanê ne û di bin serpereştiya Neteweyên Yekgirtî de ne, bombebaran kiribû gelek aciz bûbû.

Li Brukselê dê zîrwa YE-Zîrwa Konseya Hevkariya Welatên Kendavê rojên Pêncşemê û Înê bibe û Melonî jî tevlî zîrwê dibe. Her weha zîrwa lîderên Yekîtiya Ewrûpa jî dê hebe. Li ser her dû zîrwan, Meloni mijarên di rojeva zîrwan de ne û tewrê Îtalyayê yê ku di her dû zîrwan de nîşan bide dê çi be, li ser mijarê xîtabê Civîna Giştî ya Senato ya Îtalyayê kir. Meloni got:

“Li Rojhilata Navîn bi taybetî li Lubnanê êrîşên Îsraîlê her diçe zêdetir dibin. Tevî hewlên me û hevkarên me, ez ji rewşa Lubnanê bi endîşe me. Îsraîlê li çeperên Hêza Aştiyê ya Demkî ya Lubnanê ya Neteweyên Yekgirtî (UNIFIL) xist. Tevî ku xesar tine jî, êrîşa Îsraîlê nayê qebûl kirin. Me tewrê xwe ji Netenyahu re got. Kiryarên Îsraîlê ne rewane û li dijî biryara NY ya 17021a ye û îhlala biryarê ye.”

Meloni, her weha ragihand ku ji bo koçberên Fîlîstînî yên li Sûriye, Lubnan, Fîlîstîn û Urdinê ne, ji bo alîkariya mirovî ya wan ji bo xebatên UNRWAyê 5 milyon Euro pere veqetandiye.

Meloni wekî çareseriya doza Fîlîstînê ragihand ku ew terefdarê avakirina du dewleta ye. Meloni di seredana xwe de wê li Lubnanê bi rayedaran re hevdîtinan bike û seredana leşkerên Îtalyayê yên li Lubnanê ne bike.