Leyen: Proseya endamtiya Ûkraynayê bo Yekîtiya Ewropayê dest pê kir

18 March 2022 21:02 0 dîtin
Leyen: Proseya endamtiya Ûkraynayê bo Yekîtiya Ewropayê dest pê kir

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen piştî pêwendiya ligel Serokê Ûkraynayê Vlodomir Zelensky ragihand ku proseya endamtiya Ûkraynayê bo YEyê dest pê kiriye.

Von der Leyen, li ser medya civakî behsa hevdîtina xwe ya vîdyoyî ya bi Zelensky re kir û diyar kir, proseya endamtiyê dest pê kir û wê Komîsyona YE jî di vê rêyê de pêşve biçe.

Von der Leyen destnîşan kir: “Min li ser piştevaniya berdewam a YEyê bo Ûkraynayê temînat da Zelensky. Rêya Yekîtiya Ewropa ya Ûkraynayê vebûye. Di van demên wiha de pêwîstî sebr û tehemulê heye. ”