Price: Amerîka dixwaze proseya endamtiya NATO bilez bidawî bibe

22 June 2022 19:02 0 dîtin
Price: Amerîka dixwaze proseya endamtiya NATO bilez bidawî bibe

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, li ser mijara endamtiya Swêd û Fînlandê bo NATOyê ragihand, Amerîka dixwaze bilez proseya endamtiyê were bidawîkirin.

Ned Price di civîna rojnamevanî li Washingtonê da xuyakirin ku hîn tarîxek bo endamtiya Fînland û Swêdê bo NATOyê diyar nebûye, lê belê helbet em dixwazin pros kêlî berî kêliyê bidawî bibe û ev jî girêdayî konsensûsa hemû endamên NATOyê ye.

Rayedarê Amerîkî li ser danûstandinên Tirkiyê bi Fînland û Swêdê re jî diyar kir ku we parçeyekî wan danûstandinan in û piştevaniya zêde didin wan hevdîtinan.

Hêjayî gotinê ye, serlêdana herdu welatên Swêd û Fînlandê ya endamtiya NATOyê ji ber dijderketina Tirkiyê bi hinceta piştevaniya terorê dikin, negihîştiye encamê ku pêwîst e hemû endamên NATOyê bi yekdengî endamtiya herdu welatan bipejirînin.