Serokwezîrê Avusturya banga bi fermî dawîkirina proseya endamtiya Tirkiyê ya YE kir!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Avusturya Karl Nehammer, bang li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku dawiyê li mizakereyên endamtiya Tirkiyeyê werînin.
Li demeke ku deshilatdariya Tirkiyê piştî 5 salên dûrketina ji proseya endamtiya Ewropayê car din xwe nêzîk dike de, ji serokwezîrê Avusturyayê daxuyaniyeke balkêş hat.
Serokwezîrê Avusturya Karl Nehammer ji rojnameya Alman Welt re axivî û banga bidawîkirina proseya emdamtiya YE ya Tirkiyeyê kir.
Nehammer got: “Em alîgirê berdewamkirina hevdîtinên Enqere û Brukselê ne, lê divê qet em endamtiya tam a Tirkiyê bo YEyê nefikirin… Divê em dirûst bin û bi fermî gotûbêjîn endamtiyê yên bi salane rawestiyane bidawî werînin.”
Herwiha Nehammer da xuyakirin ku ew piştgiriyê dide hewldanên navbeynkariyê yên Tirkiyeyê di şerê Rûsya-Ukraynayê de û li nêzîk jî ew dê bi Erdogan re hevdîtinê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin