Sam: Serokwezîrê hukumeta Besar Esad bi fermî hukumetê dewrî muxalifan kir
PeyamaKurd – Serokê muxalefeta Sûriyê Ebu Muhammed el-Colani bi serokwezîrê rejîma Beşar Esad bi Muhammed Gazi el-Celali re civiya û hukumetê dewrî muxalefetê kir.
Di hevdîtinê de tê gotin ku kesê bibe serokwezîrê hukumeta nû yê bi navê Muhammed el-Beşir jî hebû.
El-Colani, di hevdîtinê de ragihand ku wê hukumeta nû ji tecrubên hukumeta berê fêde bibîne. Serokê HTŞê Colanî duhî weha gotibû:
“Xwe nêzî dezgeyên hukumete nekin û qedexe ye. Van dezgeyan heya dewr bênkirin wê di bin desthilata serokwezîrê berê de bin. Qedexeye ku sîlihan bera hewa bidin. Birayan! Şoreşgerên azad: Serê xwe deynin bi dilnizmî bikevin Şamê. Baş tevbigerin û wan biparêzin. Dezge û malên giştî biparêzin. Ew malê xelkê Sûriyêne û hun parastvanên wan in. Werin em serkeftina dîrokî ya herî mezin bi hevre pîroz bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin