Ji Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl ê sînorî daxuyaniya koronayê

02 August 2020 21:55 0 dîtin
Ji Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl ê sînorî daxuyaniya koronayê

PeyamaKurd - Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl Kamî Kemal, bi daxuyaniyekê ragihand, ew li gorî rêkarên tenduristiyê û pişkinînên vîrusa Koronayê li ser geştiyarên ku di Deriyê Îbrahîm Xelîl de derbas dibin, dikin.

Daxuyaniya Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl Kamî Kemal:

“Li dor rêkarên tenduristiyê û pişkinînên vîrusa Koronayê digel ew geştiyarên ku li derwazeeyê  navdewletî yê Îbrahîm Xelîl hatinûçûnê dikin, raya giştî agahdar dikin ku em li dû rênimayî û biryarên Hikumeta Herêma Kurdistanê kar dikin û babetên kerentînê û karmendên nujdarî li ser sinorî û dîyarkirina ew kojmê pareyê ku li pişkinîna Koronayê dihête mezaxtin ji aliyê Wezareta Saxlemiya Hikumeta Herêma Kurdistanê ve dihête diyar kirin û serperştî kirin, li dû dawî biryara Wezareta Saxlemîyê ya jimare (109) li rêkeftîya (30/7/2020)ê kojmê ew pareyê bo pişkinîna Koronayê bû her geştîyarekê dihête wergirtin li (100,000) sed hizar dînaran hatine kêm kirin bu (60,000) şêst hizar dînaran.

Herwesa li dur hatina şofêrên otomobîlên barhelgir yên welatê Tirkiyê em çaverêya berhevbûna mîkanizmên pêdivîne ji aliyê saxlemîya Duhokê ve bû pişkinîna wan şofêran, ku bi van nêzîkan mîkanizmê pêdivî dê hêne berhev kirin û dê şên piştî cêbicêkirina rêkarên saxlemîyê wekî berê hêne dinav Herêma Kurdistanê da. li dû ew biryara li serî ya Wezareta Saxlemîyê ku me îşaret pêda ye pişkinîna Koronayê ji bû şofêrên otomobîlên barhelgir dê (30,000) hizar dînar bin.”