Balyozê Fransayê rêvebiriya Zaxo û rêvebirê deriyê Îbrahîm Xelîl kir
PeyamaKurd – Balyozê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Jan Braim seredana deriyê Îbrahîm Xelîl kir û got ku xwezaya Zaxoyê gelek xweşe û ji bo bazirganiyê û tûrîzmê bajarekî gelek xweş e. Braim, di seredana xwe ya ji bo rêvebirê Îbrahîm Xelîl de ji bo Hemîd Elî got:
“Ez ji xweşkayiya bajêr û pêşdeçûna wê gelek kêfxweş bûm. Xebat û projeyên ku ji bo vî bajarî tên kirin ez ji wan re heyran im.”
Braim got ku ew seredana Pira Delal kiriye, ji mizanpaja wê û dîrok û dîmenên wê heyran maye û weha dewam kir:
“Hun zanin em nêzî sînorê Tirkiyê ne. Ev yek jî dike ev bajêr bibe navenda bazirganî, ekonomiyê û geştûguzariyê. Di wextekî nêz de bi hêvîme ku bi rêvebiriya serbixwe ya Zaxo re em bi hevre bixebitin.”
Braim, di seredana xwe ya rêvebiriya Zaxo ya serbixwe de, tiştên di dilê xwe de ji bo rayedaran got û behsa dahatûya Zaxo ya ku gelek rohniye kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin