Rêveberiya deriyê Îbrahîm Xelîl li ser sewata barhilgiran daxuyanî da

04 August 2020 20:42 0 dîtin
Rêveberiya deriyê Îbrahîm Xelîl li ser sewata barhilgiran daxuyanî da

PeyamaKurd – Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl yê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de, li ser şewata barhilgiran di dergehê sînor de daxuyanî da.

Doh roja duşemê li saet 17:10ê  êvarê li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl du barhilgir şewitîbûn. Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl Kamî Kemal bi daxuyaniyekê îdiayaê ku digotin di şewatê de nivîsîngeh û dosyeyên deriyê sînorî jî şewitîne, red kir.

Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl li ser wan îdiayan got: “Em van îdiayan red dikin û ev îdia bêbingeh in. Dezgehên ragihandinê jî eger bixwazin, dikarin serdana qadê bikin û rastiya rûdanê bibînin.”

Kamî Kemal eşkere kir ku di rûdanê de zirar negîhiştiye canê ti kesî, lê her du wesayîtên barhilgir ku kelûpelên hemû cure weke pêwîstiyên bazara online tê de hebûn, şewitîn. Agir jî ji ber zêdebûna pileya germahiyê û hebûna kolonya û spreyan derketiye.