Li Îzmîrê çewal kisandin serê leskerekî Amerîkî! Daxuyaniya Qesra Spî!

03 September 2024 11:04 0 dîtin
Li Îzmîrê çewal kisandin serê leskerekî Amerîkî! Daxuyaniya Qesra Spî!

PeyamaKurd – Doh li Îzmîrê çewal kişandin serê leşkerekî Amerîkî. Berdevkê Qesra Spî got ku ew ji ber vê bûyerê xemgîn in, lê nirxand ku "polîsên Tirk mijar cidî girtin."

Yekîtiya Ciwanên Tirk (TGB) bi dîmenên ku li ser hesabê xwe yê Xê weşandin, bûyer eşkere kir.

TGBê got, "Leşkerên DYAyê yên ku xwîna leşkerên me û bi hezaran Filistînî li ser destên wan in, nikarin welatê me qirêj bikin. Her cara ku hûn li ser van axan bikevin, em ê we weke ku heq dikin pêşwazî bikin." Parêzgariya Îzmîrê ragihand ku derbarê bûyerê de 15 endamên TGBê hatine desteserkirin.

Qesra Spî: "Em ji bûyerê aciz in".

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de piştrast kir ku kesên ku êrîş li wan hatiye kirin personelên leşkerî yên Amerîkayê yên li keştiya USS Wasp in.

Balyozxaneyê diyar kir ku leşker di ewlehiyê de ne, ji ber bersivdayîna lezgîn a li hemberî bûyerê spasiya rayedarên Tirk kir.

Berdevkê Qesra Spî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û got ku ew ji ber bûyerê aciz bûne, lê nirxand ku "polîsên Tirk mijar bi ciddî girtin."

Li gorî weşanên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, USS Wasp di navbera 13-17ê Tebaxê de bi keştiyên şer ên Tirkiyeyê re beşdarî tetbîqata perwerdeyê bû. Di çarçoveya serdaneke ku berê hatibû plankirin de keştî di 1ê Îlonê de gihîşt bendera Îzmîrê.