Lavrov, bersiva gotinên Serokê Ukraynayê da
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, bersiva gotinên ku duh Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy yên ku bang li NATOyê kiribû da. Lavrov di bersiva xwe de da zanîn ku ev bang, banga êrîşa nukleerî ye.
Sergey Lavrov, li ser gotinên ku duh ji aliyê Volodimir Zelenskiy ve hatibûn kirin axivî û bersiva wan gotinan da ku li dijî Rusyayê bangî NATOyê kiribû. Lavrov ji bo banga Zelenskiy got,
“Duh, Zelenskiy bangî mezinên xwe yên Rojavayî kir ku li hember Rusyayê êrîşa hişyarkirinê ya nukleerî bi kar bînin. Bi vî awayî, vî kesê ji bo hemû raya giştî ya cîhanê nîşan da ku rejîma Kievê gefan peyda dike û ev jî nîşaneyên wê ne. Ev tevgera leşkerî ya taybet jî ji bo ku ev gef ji holê bên rakirin, hatiye destpêkirin.
Di dema tevgera taybet a leşkerî de bernameyên dijhiqûqî yên biyolojîk û leşkerî ku di labaratuvarên ji aliyê Pentagonê hatine damezirandin de tên pêşxistin û rêvebirina ceribandinên preparatên kîmyewî yên qedexekirî jî di nav de gelek dane hatine bidestxistin û êrîşên wan ên li dijî Santrala Hêza Nukleerî ya Zaporijyayê dewam dikin.
Zelenskiy, bi vê daxuyaniya xwe ya ku duh dabû re mafdariya vê tevgera taybet a leşkerî, piştrast kir.”
Wezîrê Rus, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta welatên li dijî şer dikevin û got,
“Wekî ku me gelek caran haniye zimên, doktrîna me ya leşkerî ya di dorpêçkirina qada nukleerî de neguheriye. Amerîka û welatên girêdayiyê wê, li peyî hewila berovajîkirina rastiyan in, hewil didin civaka navneteweyî bitirsînin û zordestiyê li kesên xwedî aqilê selîm bikin ku piştgiriya Kievê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin