Hevserokê HEDEPê bersiva gotinên Devlet Bahçelî da: Hedê xwe bizane!..
PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan, bersiv da gotinên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî got, ‘Hede xwe bizane!’
Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya parlemenê de got: “Yên ku bi mafyeyan û rêxistinên tawanan re wêne didin, nikarin ji hêla siyasî ve me rexne bikin. Hedê xwe bizane!”
Bakirhan got ku wan ji Bahçelî hêvî dikir, li ser sixêfên Celal Adan ji wan lêborînê bixwaze, lê Bahçelî xwedîtî li wî kiriye û diyar kir, “Ji bo gotinên mirov nikare bilêv jî bike Bahçelî dibêje, gotinên bi îsabet in. Em serokwekîlekî wiha yê parlemenê nas nakin. Hedê xwe bizanin! Dibe ku li pişt we mafye heye, li pişt me jî gel heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin