Efrîn | Milîsên girêdayî Tirkî sêniyekî Kurd revandin û bi tundî îskence kirin

05 January 2021 11:30 0 dîtin
Efrîn | Milîsên girêdayî Tirkî sêniyekî Kurd revandin û bi tundî îskence kirin

PeyamaKurd – Li gundê Bablîtê yê navçeya Cindirêsê, milîsên “El-Hemzat” ên girêdayî Tirkî û Ixwan Mislimîn, şêniyê Kurd Ebdo Şêx Kedro, bi nasnav Ebdo Helaq revandin.

Çekdarên milîsan dixwestin 220 darên zeytûnê yên wî û birayên wî bibirin, şênî Ebdo Şêx Gedro rê li ber wan girt, ji ber vê yekê milîsan ew roja Înê 2ê Çileya 2021 revandin.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê, milîsan Ebdo Helaq bir navenda xwe li gundê Maratê û ji ber ku rê neda milîsan ku daran bibirin, bi giranî îşkence kir. Piştî bi 3 rojan ew berda.

Çavkaniyan da zanîn, çekdarên “El-Hemzat” ên ku gund dagir kirine, 220 darên zeytûnê birîn û ew jî wiha ne;

– Şêx Ebdil Qadir Şêx Gedro: 100 dar ji eslê 800î ku beriya wê 1600$ qaşo ji bo parastina zeviyê xwe ji birînê dabû.

– Ebdo Şêx Gedro: 70 darên zeytûnê

– Mistefa Şêx Gedro: 50 darên zeytûnê

Çavkaniyanî destnîşan kir, milîsan hejmarin din ji darên zeviyên şêniyên gundê Bablîtê birîn. Lê belê navên xwediyên zeviyan û zirara ku dîtine, belge nekirine.

Hêzên Tirkî û milîsêm wê yên Îslamî, di 11ê Adara 2018an de gund dagir kir.