Çekdarên girêdayî Tirkî 3 Efrînî revandin
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkî, 3 Efrînî ji navçeyên Raco û Şera revandin.
Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir, dagirkeran xwendekareke jin û bavê wê revandine. Li gor zanyariyan, dagirkeran do li gundê Dodiyê yê navçeya Raco bi ser mala welatiyê bi navê Elî Hesen de girtin û Elî Hesen yê 50 salî û keça wî Sêlîn Hesen a 25 salî revandin û birin cihekî ne diyar.
Sêlîn Hesen ku xwendakara zanîngehê ye, nêzî hefteyekê ew bavê xwe ji Helebê vegeriyabûn gundê xwe.
Li gundê Meriska yê bi ser navçeya Şera jî çekdaran welatiyê bi navê Fethî Mihemed Elî revand û birin cihekî ne diyar.
Li gorî rêxistinê, welatiyê bi navê Fethî beriya niha ji hêla çekdaran ve hatiye revandin û di ji bo berdana wî çeteyan pere jê wergirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin