Çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 Kurdên din ên Efrînî revandin
PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, ji aliyê çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê ve 2 Kurdên din ên Efrînî hatin revandin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, roja Sêşemê 05ê Gulanê li gundê Şurbe yê ser bi navçeya Mabata 2 kes ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatin revandin.
Navê kesên hatine revandin; Hesen Beyram ê 67 salî û Îdrîs Ceifer Sîdo ye ku komeke çekdar ew revandine.
Herwiha muxtarê gund Reşîd Omer jî berî 15 rojan ji aliyê çekdaran ve hatiye revandin û hîn jî nehatiye azad kirin.
Li gorî heman çavkaniyan gundê Şurbe ji 150 malan pêk tê û niştecihên wê hemû Kurd bûn, lê piştî dagirkeriyê bi qasî nîvê gundiyan hatine koçberkirin û dest danîne ser malên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin