Çekdarên girêdayî Tirkî 6 kesên din ji Efrînê revandin

11 February 2022 12:03 0 dîtin
Çekdarên girêdayî Tirkî 6 kesên din ji Efrînê revandin

PeyamaKurd Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkî, 6 kesên din revandin.

Malpera Efrîn Postê diyar kiriye, çekdaran du welatî ji heman malbatê li gundê Quta yê bi ser navçeya Bilbilê revandin.

Hatiye eşkerekirin, çekdaran girtine ser malên her welatiyên bi navê Kemal Cafer yê 47 salî û Ehmed Cafer yê 48 salî û ew revandine. Herwiha heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Di berdewamiyê de hat ragihandin ku çekdarên ser bi dewleta Tirkî, ji navenda Efrînê 4 kesên din revandine û heta niha navên wan eşkere nebûne.

Li aliyê din hat diyarkirin, çekdaran herî dawî 25 dar li gundê Xalnêrê birîne.