Efrîn | Artêsa Tirkî û çekdarên girêdayî wê 2 kes revandin
PeyamaKurd – Artêşa Tirkî û çekdarên girêdayî wê, 2 kesên din ji navçeya Mabata revandin.
Li gorî Tora çalakvanên Efrînê, çekdarên ku dewleta Tirk navê ewlehiya siyasî li wan kiriye, du welatî ji navçeya Mabata revandin.
Herwiha hat diyarkirin, çekdaran bi hincetên berê hezirkirî girtin ser malên her du welatiyan û ew revandin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Mihemed Hacî yê 30 salî
Abdîn Qele ye.
Mihmed Hacî ev cara sêyemîne tê revandin û her carê çekdar di berdêla berdana wî de pere jê digirin.
Hat diyar kirin, ku çekdaran li gundê Mamila yê bi ser navçeya Raco bi idîaya ku endamên rêxistineke mirovî ne, girtin ser malekê û pere û zêrê malê desteser kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin