Li Efrînê milîsên girêdayî Tirkî welatiyekî Kurd desteser kirin
PeyamaKurd - Milîsên “polîsên leşkerî” yên girêdayî Tirkî û Ixwan Mislimîn du roj berê welatiyekî Kurd bi navê Ednan Mensûr ji şêniyên gundê Şorbe yê navçeya Mabeta ji mala wî ya li bajarê Efrînê desteser kir.
Li gor zanyariyên ji Afrînpostê, di derbarê binçavkirina Ednan Mensûr de tu sedemên diyar tüne ye, dibe ku ji ber têkiliya wî ya bi Serokê Meclîsa Xwecihî ya navçeya Mabeta Ebid El-Mutelib Şêx Nasab, ku ji aliyê milîsên “polîsên sivîl” ve di 14ê Cotmehê de hatibû binçavkirin be.
Ednan Mensûr li bajarê Efrînê li kolana Bobena li dorhêla mizgefta Şêx Şewax dijiya.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin