Çekdarên girêdayî Tirkiyê welatiyekî din ji taxa kevin a Efrînê revandin

10 February 2022 14:58 0 dîtin
Çekdarên girêdayî Tirkiyê welatiyekî din ji taxa kevin a Efrînê revandin

PeyamaKurd Çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê, welatiyek ji taxa kevin a Efrînê revandin.

Li gorî ajansa Hawarê ji çavkaniyên xwe ragihand: ”Çekdarên dewleta Tirk, welatiyê bi navê Mehmûd Reşîd Ebdo (34) revandin.”

Çekdaran Mehmûd Reşîd Ebdo ji pêşiya mala wî ya li derdora mizgefta Şêx Şewah a li taxa kevin a Efrînê revandin û ew birin cihekî ne diyar.