Li Efrîna dagirkirî çekdarên girêdayî Tirkiyê zêrê welatiyekî Kurd dizîn
PeyamaKurd - Li taxa Efrîna Kevn a Efrîna dagirkirî, ji mala welatiyekî Kurd, dema diçe serdana nasekî xwe dike, bi buhayiya 3 milyon L.S û 1800 L.T zêr ji mala wî tê dizîn.
Li gor malpera Afrînpostê diyar kir, bi buhayiya 3 milyon L.S û 1800 L.T zêr, ji mala welatiyê Kurd hat dizîn û wiha dewam kir: ‘‘Dizî bi roj pêk hat. Welatiyê Kurd û malbata xwe çend saetan serdana mala nasekî xwe kir. Di van çend seatan de li mala wî dizî hat kirin.’’
Li gor zanyariyan, dizî ji ailyê çekdarên milîsên Firqeya Sultan Mûrad hatiye kirin. Ji ber ku wan taxa Efrîna Kevn a bajêr dagir kiriye.
Malpera Afrinpostê navê welatiyê ku li mala wî dizî hatiye kirin dizane, lê ji ber selametî û ewlehiya wî û malbata wî bi bîr naxe. Ji ber ku çekdar ne tenê diziyê dikin, herwiha her kesê ku navê wî di dezgehên ragihandinê de derdikeve, binçav dikin.
Ji dema herêma Efrînê hatiye dagirkirin û heta niha, dizî û talanî berdewam e û tu lêpirsîn û hesab di derbarê wan de nayên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin