Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê welatiyekî Kurd revandin
PeyamaKurd – Li nahiyeya Şeran a Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên koma Sultan Murad a girêdayî Tirkiyê ve, welatiyekî Kurd hat revandin.
Zanyarî didin zanîn, navê wî welatiyê Kurd ku ji aliyê çekdarên koma Sultan Murad ve hatiye revandin, Ehmed Xelîl Ebdulhenan û 50 salî ye û ji gundê Mareskê ye.
Herwiha çavkaniyeke xwecih daye zanîn, ew welatiyê Kurd xwedanê kargeheke Bêrînê ye û berî 4 rojan ji aliyê çekdarên koma navborî ve hatiye revandin.
Bi sedema agahdarbûna ji rewşa wî, navê wî welatiyê ku hatiye revandin li ser rêbendên komên çekdar li navçeyê hatiye belavkirin, lê heta niha ew bêserûşûn e û çarenivîsa wî nayê zanîn.
Çekdarên koma Sultan Murad roja 31ê Çileya 2021, jî hejmarek welatiyên Kurd li gundê Sêmalka yê ser bi nahiyeya Mabata ve girtibûn.
Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê destnîşan kiriye, ji girtiyên gundê Sêmalka heta niha her yek ji Ehmed Seydo, Aras Yûsif, Şiyar Seydo û Yûsif Betal hatine naskirin. Li gor heman rêxistinê, ew welatî bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser a ku berê li herêmê hebû, hatine girtin, lê armanca rasteqîn wergirtina fidiyeyê ji kesûkarên wan e.
Herwiha rêxistinê eşkere kiriye, roja 26ê Çile, istixbarata Tirkiyê û polîsên sivîl welatiyê bi navê Ebdo Henan ê 55 salî ji gundê Maratê girtine.
Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve, di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye û ji wê demê de binpêkariyên li hember Kurdan ku xelkê resen ên herêmê ne berdewam in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin