Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê dest danîn ser 4 dikanên welatiyekî

24 March 2021 13:00 0 dîtin
Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê dest danîn ser 4 dikanên welatiyekî

PeyamaKurd – Li Efrînê, dizî û desteserkirinên çekdarên girêdayî Tirkiyê berdewam dikin.

Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yên girêdayî Tirkiyê, dest danîn ser 4 dikanên bazirganiyê yên koçber Ebid El-Menan Mihemed ku li ser otostrada Xerbî “mazot” dikevin.

Herwiha li gor zanyariyên Afrînpostê, koma bi navê “El-Lisûsiyê” ji niştedagîrên Xûta ye, li ser rêya di navbera gundê Turindê û bajarê Efrînê de dikeve, otomobîla şêniyekî stend, êrîşî xwediyê wê kir û 2000 lîreyên Tirkî stand.