Efrîn | 2 kesên temen mezin hatin îskence kirin û 5 jî hatin revandin
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê li navçeya Şera ya Efrînê 2 kesên temen mezin îşkence kirin û li navçeya Mabata jî 5 kes revandin.
Li gorî çavkaniyên herêmê çekdaran li gundê Sînka yê navçeya Şera ya bajarê Efrînê yê hatiye dagirkirin, du sivîlên temen mezin girtin.
Kesê bi navê Cuma Hemîd Horo û hevjîna wî Emîne Hisên Qaso yên temen mezin dema diçûn nav zeviyên xwe, çekdaran ew ji terektorê daxistin û îşkence kirin, zêrê Emîne jê standin.
Rêxistina mafê mirovan a Efrînê jî ragihand ku li gundê Xazyana yê navçeya Mabata çekdaran kesên bi navên; Seyfedîn Rifet Sîdo (55), Şervan Seyfedîn Sîdo (24), Rifet Seyfedîn Sîdo (27) revandin û ji bo her girtiyekî 3 heazar dolaran fidye dixwazin.
Herwiha li gundê Memila yê Mabata jî çekdaran sivîlên bi navê Ehmed Osman Mihemed û Ehmed Wehîd Îbrahîm revandin.
Rêxistinê diyar kir ku çekdar di bin navê cejnê de jî 10 hezar heta 50 hezar lîreyên Sûrî bacê ji xelkê bajarê Efrînê distînin.
Malpara Efrîn postê ragihandiye ku artêşa Tirkiyê ji bo bargeheke leşkerî li gundê Mi’reskê yê navçeya Şera ava bike, mala Ciwan Adil Tobal hilweşand ku li gundê Kefr Mizeh ya Efrînê jî bargeheke nû ava kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin