Nameyên F-16an ên Washingtonê gihîstin Tirkiyê
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku nameyên pejirandina Washingtonê yên derbarê firotina 40 balafirên F-16 ên nû û modernîzekirina balafirên heyî gihîştine Enqereyê.
Di daxuyaniya MSBê de hatiye gotin ku nameyên Washingtonê gihîştine ber destê wan û ew niha li ser hûr dibin.
Hatiye diyarkirin ku piştî lêhûrbûn û nirxandinên herdu aliyan wê di navbera rayedarên Tirk û Amerîkî de li ser mijarê hevdîtin bên kirin û dawiyê jî wê li ser lîste û bihayên berhemên bên kirin dîrok bê diyarkirin û budçeya wan bê eşkerekirin.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku Tirkiyê endamtiya NATO ya Swêdê pejirandibû rêveberiya Amerîkayê daxwaza Tirkiyê ya kirîna F-16an û modernîzasyona wan pejirandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin