Amerîka li ser firotina kîtan ya F-16an ji bo Tirkiyê biryarê da

17 April 2023 22:50 0 dîtin
Amerîka li ser firotina kîtan ya F-16an ji bo Tirkiyê biryarê da

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê biryarê da ku kîtên ji bo balafirên F-16an yên Tirkiyê bifroşin Tirkiyê. Ew kît, weka sîstema danûsitendin û tora girêdana doneyan ya modernîsazyonê yên F-16an e. Piştî wezaret biryarê da biryarname çû kongreya Amerîkayê da tesdîq bikin. Li ser mijarê İbrahim Kalın ê berdevkê serokomariya Tirkiyê weha got:

“Rêvebiriya Amerîkayê dixwaze ku pêvajo bimeşe lê ji bo erêkirina kongrê pêvajoyekî heye. Niha em ber wê derê de diçin. Piştî endamtiya Fînlandiyayê çêbû, pêvajo leztir bû lê ji bo endamtiya Îsveçê hinek krîter hene divê werin cîh. Dema daxwazên me yên di derbarê terorê de bînin cîh, wê bibin endam.”