Pentagon: Biryara firotina F-16an ji bo Tirkiyê aîdê kongra Amerîka ye
PeyamaKurd – Berdevkê Pentagonê Tûxgeneral Patrick Ryder, li ser ku di kongra Amerîka de hene ku dijberiya firotina balafirên F-16an ji bo Tirkiyê dikin, weha got:
“Ev biryar ya kongre ye. Ez nikarim ji wan re bêjim bê çi bikin. Ez dubare dikim Tirkiye û Amerîka bi hev re hevkariyekî baş dikin. Tirkiye ne tenê di herêmê de lê di dinyayê de hevparekî girînge.
Biryara firotina F-35an ji bo Yûnanistanê û ya firotina F-16 an ji bo Tirkiyê du mijarên ji hev cuda ne. Bi her dû welatan re jî têkiliyên me hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin