Tirkiyê pêswazî li rakirina mercên li ber firotina F16an kir
PeyamaKurd – Piştî ku ji projeyasaya budçeyê ya Kongreya Amerîkayê şertên li ber firotina balafirên F-16an bo Tirkiyeyê hatin rakirin, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxuyanî da.
Çavuşoglu di civîna rojnamevanî ya ligel Cîgirê Serokwezîrê Moldova û Wezîrê Derve û Entegrasyona Ewropayê Nicu Popescu de, pêşwazî li vê biryara Washingtonê kir û got, 'Rakirina mercê li pêş firotina F16an ji aliyê Amerîkayê ve pêşhateke erênî ye, divê demildest bigihîje encamê.”
Herwiha Çavuşoglu diyar kir, "Serokomarê me di hevdîtina li Baliyê ya ligel Serokê Amerîka de, gotibû wê derbarê F16an de gavên erênî bên. Di metna dawî de nebûna gotineke neyînî pêşhateke baş e. Divê demildest bigihe encamê ku ev di berjewendiya her kesî de ye.”
Di projeyasaya budçeya Amerîkayê de, şertên wekî; divê balafirên F-16 qadên asmanî yên Yunanistanê dubare binpê nekin û balafir li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) neyên bikaranîn û Tirkiye endamtiya Swêdê û Fînlandiyayê ya ji bo NATOyê qebûl bike, hatibûn bicihkirin lê ew merc ji projeyasayê hatine derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin