Senator Menendez: Ez firotina F16an bo Tirkiyê pesend nakim!
PeyamaKurd – Serokê Komîteya Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez, li ser gefên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên 11ê Kanûnê derbarê êrîşkirina ser Yûnanistanê de, ragihand ku ew gotin ne tenê cihê aciziyê ne herwiha nayên qebûlkirin jî.
Menendez di axaftina xwe ya senatoyê de, wêneyê Erdogan yê ligel Pûtîn û Reîsî nîşan da û got: “Tevî polîtîkaya çewisandinê ya Erdogan li welatî wî, polîtîkaya wî ya dîplomatîk jî gelekî tirsnak e. Lê belê tiştekî zelal heye ku divê Amerîka hemleyên Erdogan cidî bigire. Dema yasayên navdewletî binpê dike jî divê em Erdogan berpirsiyar bigirin.”
Senator Menendez, herwiha bal kişand ser ku heger Erdogan wî wekî dijmin jî dibîne ew ê bi serbilindî wê nasnavê hilgire ser xwe û li ser mijara firotina balafirên F16 destnîşan kir: “Ew wek Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Senatoyê heta ku Erdogan li hemû herêmê êrîşkariya xwe ranewestîne, ti carî firotina F16an pesend nake.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin