Bob Menendez, li ser firotina F16an a ji bo Tirkiyeyê daxuyanî da

31 May 2023 17:00 0 dîtin
Bob Menendez, li ser firotina F16an a ji bo Tirkiyeyê daxuyanî da

PeyamaKurd- Bob Menendez ku di heman demê de Serokatiya Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreyê jî dike, di derbarê firotina balafirên şer ên F16 a Tirkiyeyê, daxuyanî da.

Siyasetmedarê Demokrat ku di her derfetê de li dijî kirîna balafirên F16an a Tirkiyeyê ji Amerîkayê derdikeve, diyar kir ku ji bo erêkirina firotina F16an ‘Divê Serokomar Erdogan, êrîşkariya xwe kêmtir bike.’

Menendez di dewama daxuyaniya xwe de got, “Tiştê girîng li vir ew e ku Erdogan çawa dixwaze bi Tirkiyeyê re ber bi pêşerojê ve biçe. Heger ew bixwaze ji cihê ku niha lê ye biguhere, ez li bendê me ku wê bibînim. Heger bi vî rengî an jî rewşek mîna ya niha be, wê demê ez ê di helwesta xwe ya berê de bimînim.”

Siyasetmedarê Amerîkî bal kişand ser endamtiya Swêdê ya ji bo NATOyê jî û got,

“Swêd, tenê beşek ji hevkêşeyê ye. Ji bo hin endaman, ev dibe ku tevahiya hevkêşeyê be. Ew ne ji bo min e."

Menendez diyar kir ku piştî hevdîtina Biden û Erdogan, heta niha ew bi Serokê Amerîkayê re neaxiviye.

Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reutersê jî diyar kir ku rêberên Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreyê û Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Nûneran dibe ku di dema nirxandina nefermî ya firotina çekan de peymanan rawestînin. 

Her wiha Menendez diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken piştrast kiriye ku ew ê rêzê ji rewşeke wiha re bigire.