Senator Menendez: Ez firotina F-16an a ji bo Tirkiyeyê erê nakim

08 December 2022 15:30 0 dîtin
Senator Menendez: Ez firotina F-16an a ji bo Tirkiyeyê erê nakim

PeyamaKurd- Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez, li ser rakirina xalên ku wekî şertên firotina balafirên şer ên F-16an hatin rakirin axivî. Menendez ragihand ku ew ê firotina balafiran a ji bo Tirkiyeyê, erê neke.

Bob Menendez, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku derxistina xalên ku firotina F-16an sînor dikirin a ji budçeya berevaniyê (NDAA), ji bo wî ne xwedî tu wateyê ye û ew ê firotina balafiran, qebûl neke.

Senatorê Amerîkî di peyama xwe de got,

“Berovajî hin îdiayên li ser NDAAyê, ev ji bo Tirkiyeyê ne serkeftin e. NDAA, ji navgînên di nav destên me de ne, tenê yek e. Ez careke din dibêjim: Heta ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, binpêkirinên xwe yên li herêmê ranewestîne, ez ê wekî Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê, firotina F-16an a ji bo Tirkiyeyê erê nekim.”

Li ser mijarê tê diyarkirin ku heger Serokê Amerîkayê Joe Biden bikaribe Senatoya Demokrat qanih bike, digel ku Menendez li dij derkeve jî dê dîsa firotina çekan, bi awayeke bi lez û bez were cîbicîkirin.