Mitch McConnell: Ez ne li gel firotina F-16an ji bo Tirkiyeyê me

05 August 2023 16:49 0 dîtin
Mitch McConnell: Ez ne li gel firotina F-16an ji bo Tirkiyeyê me

PeyamaKurd – Mitch McConnell ku di Senatoya Amerîkayê de pêşengiya Komarîyan dike jî da zanîn, "Heta em astengiya li pêşiya endamtiya Swêdê ya NATOyê dernexin, ez ne li gel firotina F-16an ji bo Tirkiyeyê me."

Beriya Civîna Bilind a NATOyê ya ku wê di 11-12ê Tîrmehê de bê lidarxistin, Mitch McConnell derbarê serlêdana Swêdê ya ji bo endamtiya NATOyê û daxwaza Tirkiyeyê ya balafirên şer ên F-16 û kîteyên nûjenkirinê yên ji Amerîkayê de daxuyanî da.

McConnell piştgirî da nêrîna Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê ya Partiya Demokrat Bob Menendez a derbarê firotina balafirên F-16 ji Tirkiyeyê re û got, "Ez yek ji wan kesan im ku ez ne li gel firotina F-16an ji Tirkiyeyê re me, heta Swêd bibe endamê NATOyê."

McConnell herwiha behsa wê yekê kir, çawa Senator Jim Risch, endamê Komarî yê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkî, meha borî firotina çekên nû ji Macarîstanê re asteng kir, ji ber ku Swêd hîn endamtiya xwe ya NATOyê pesend nekiriye. McConnell piştgirî da tevgera Jim Risch û got, "Bi vê tevgerê re, Risch li ser firotina çekan desthilatdariya Kongreyê bi guncan bi kar anî. Ger Tirkiye û Macarîstan li Vilnius tiştekî rast bikin, her tişt dikare çareser bibe.”