Amerîkayê ji bo F-35an biryara Tirkiyê da!
PeyamaKurd- Piştî ku di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de qeyran derketibû, vê carê jî ji Pentagonê ji bo F-35an biryarek hate eşkerekirin.
Ji Pentagonê Alîkarê Rêvebirê balafirên F-35an General Mat Winter daxuyaniyek da û got ku di meha Adarê de em hêvî dikin ku 2 balafirên F-35an teslîmî Tirkiyê bêne kirin.
Alîkarê Rêvebirê balafirên F-35an General Mat Winter di derbarê mijarê de ji çapemeniyê re axivî û got ku di peymana Amerîka û Tirkiyê ya F-35an de tu guhertin nîn in. Em hêvî dikin ku di Adara 2019an de 2 balafirên F-35an teslîmî Tirkiyê bêne kirin. Di peymana teslîmkirina 100 balafirî de tu guhertin çênebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin